TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi fermana Serokwezîr 114 milyon dînar alîkarî ji bo zarokên bi otîzmê hat dabînkirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2022 15:00

PeyamaKurd Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 114 milyon dînar alîkarî ji bo zarokên bi otîzmê yên li devera Raperînê hat dabînkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê do diyar kir, bi armanca berjewendiya giştî û slametiya zarokên bi otîzmê yên li devera Raperînê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî 114 milyon û 835 hezar dînar, hatiye dabînkirin.’’

Herwiha ew yek jî hatiye destnîşankirin, xerckirin û dabînkirina wî hejmarê pereyan, bi armanca nûjenkirina avahiya nexweşxaneya zarokên otîzmê ye li Hacyawe û dabînkirina kelûpel û pêdawîstiyên wê avahiyê werin dabînkirin û bibe navendeke otîzmê ya ser bi Wezareta Karûbarên Komelayetî.

Parve bike: