Bi hevkariya Hêza Taybet a Brîtanî û Pêsmerge 100 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd - Hêza Taybet a Sekvanên Brîtanyayê bi alîkariya hêza Pêşmerge di nav 3 mehan de 100 terorîstên rêxistina DAIŞê yên ji zindanên Sûriyê reviya bûn kuştin.
Rojanameya Daily Mail a Brîtanî bi zarê çavkaniyeke ji Wezareta Bergiriya Brîtanya ragihand, di heyama 3 mehan de 10 caran şer bi çekdarên DAIŞê re rû daye û di encamê de 100 çekdarên DAIŞê yên ji Sûriyê reviyabûn hatine kuştin.
Rojnameyê diyar kiriye ku operasyonek di 10ê Nîsanê de dest pê kiriye û Pêşmerge jî beşdarî wê opearasyonê bûne ku hêzên Brîtanyayê jî bi helikopter û balafirên bêpîlot beşdarî wê operasyonê bûne.
Li gorî nûçeyê operasyonek 28ê Nîsanê li çiyayê Qereçox hatiye destpêkirin û di wê operasyonê jî de 10 DAIŞî hatine kuştin û hêza Pêşmerge û hêzên Brîtanyayê herêm ji DAIŞiyan paqij kirine.
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku di heyama 3 mehan de bi alîkariya hêza Pêşmerge 100 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.