TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi hezaran DAISî li Kerkûkê perwerde dibin

📅 17 adar 2018 19:56

PeyamaKurd - Li gor daxuyaniya Midûrê polîsê bajar û navçeyên Kerkûkê yê berê Serhad Qadir "DAIŞê xebatên xwe yên li derdora Zerge û bajarokê Reşadeya Daqûqê zêde kirine. Milîtan bi roj di hicreyên xwe de radizên û bi şev jî tevlî xelkê herêmê dibin."
Qadir di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li gor zanyariyên îstîxbaratî ku hatine berdestê me, 2 hezar milîtanên terorîst li derdora navçeya Hewîceyê perwerdeya leşkerî dibînin. Îhtîmala ku DAIŞ dîsa vegere Kerkûkê heye. Di dema me de kontroleke pir zêde hebû û hemû herêm di bin çavdêriya me de bû. Lê niha eger DAIŞ firsendê bibîne wê dîsa êrişî Kerkûkê bike.”
Ji aliyê din ve yek ji berpirsê dezgehê ewlehî yê Kerkûkê Kawe Mela Perwîz jî dibêje: "Li bajarokên Reşad, Hewîce û Riyazê gelek endamên DAIŞê hene. Ji xeyrî vê li çemê Rodhane û Koderê bi awayekî eşkere mirov rastî wan tê û ev grûb êrişî hêzên iraqî dikin."

Parve bike: