Kurdistan
Bi îzin ji zîndanê derket û 2 kesan kust
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê kesekî bi navê Fırat A. bi sedema pandemiyê ji zîndanê îzna xwe sitend û piştî derket, xesûya xwe û baldûza xwe bi demançê kuşt û kurê xwe yê 10 salî jî birîndar kir.
Bûyer ber destê êvarê li taxa bi navê Sarayatıkê çêbû. Fırat A. diçe mala xesûya xwe, bi wan re munaqeşe dike û bi demançê li xesûya xwe Zerif Doğan û baldûza xwe Gülay Doğan dixe. Kurê xwe yê 10 salî Ali Tayyip D. jî birîndar dike
Cîran li ser bûyerê xeberê didin polîs û tîmên polîs û tenduristiyê diçin mala bûyer lê diqewime. Xesû û baldûz li malê can didin û kurê wî bi ambûlansê dibin nexweşxanê. Ji bo Fırat A. bigrin polîs dest bi operasyonê kir.