Kurdistan
Bi roketan li baregeha Tirkiyê ya Basîqayê xistin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Başîqayê li bajarokê Zelkanê li baregeha ku leşkerên Tirkiyê lê ne, bi roketan li baregeha leşkerî ya bi navê Gedûyê xistin.
Rêvebirê Zilkanê Muhammed Emîn ji bo Rûdawê ragihandiye ku bi 2 roketan li baregehê xistine û roket li dora baregehê ketine û ti xesarekî çênebûye. Qeymeqamê Şêxanê Şêx Yehya jî li ser bûyerê weha got:
“Siet di 21.00 ê de êrîşê birin ser baregeha Tirkiyê ya li Zilqanê (Başîqa). 2 fuze li seha vala ketin û ti xesarekî çênebûye. Fuzekî ji baregehê 4 km dûr li nêzî gundê Koykanê ketiye û ya dinê nêzî gundê Hencîrokê ketiye ku ji baregehê 3 km dûr e.”
Herî dawiyê bi roketan di 21 ê gulanê de êrîş biribûn ser baregeha Başîqayê.