TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi ser sehîdkirina Faîk Bucak re 55 sal derbas bûn

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2021 22:48

PeyamaKurd – Serokê Partîya Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Faîk Bucak 55 sal berê 4ê Tîrmeha 1966an li Rihayê rastî êrîşeke çekdarî hat û 5ê Tîrmeha 1966an jî li nexweşxaneyê şehîd bû.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, Parêzer û Hakim Faik Bucak di sala 1919an de li gundê Xedrayê yê girêdayî Siwereg a bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Di sala 1939an de Zankoya Dadweriyê li Zanîngeha Stenbolê xwend. Hîn di dema xwendina xwe de doza Kurdistanê ji xwe re kir rêç. Ligel Mustafa Remzi Bucak û Musa Anter Yûrda Xwendevanî ya Dicleyê damezrandin.

Di sala 1945an de wekî dadwerê stajyer li Hetayê dest bi kar kir.

Di sala 1947an de li Edenê û Sêwasê dadwerî kir. Lê, di sala 1956an de biryar da vegere ser ax a welatê xwe û dest ji karê dadweriyê berda. Wekî parêzerê serbest dest bi xebatê kir.

Hîn di sala 1961an de, ligel çendîn zanyarên Kurd, Seîd Elçi û Omer Turhan komîteya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur dadimezirandin ku di bin bandor û kargeriya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de ye.

Komîte 4 salan xebata xwe wiha didomîn e û bi 5 kesayetiyan (Seîd Elçî, Derwêşê Sado, Omer Turhan, Şerafettin Elçî û Şakir Epozdemir) di 11ê Tîrmeh a 1965an de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (T-KDP) ava dikin.

Piştî demek kin pêşniyar ji bo Faik Bucak tê, ew jî dibe endamê T-KDP û Serokê Partiyê.

Di demek kurt de Partî xebatên xwe berfereh dike û li Kurdistanê û qada navneteweyî de bi balkêşî tê şopandin. Di 4ê meha Tîrmehê 1966an de ji alîyê hin dijminan ve bi sivikî hat brîndar kirin ku birînên wî ji lingê wî bû, lê belê bi awayekî bi guman piştî rojekê li nexweşxaneya Diyarbekirê can daye.

Dema ku rastî êrîşa çekdarî tê birîndar dibe Faîk Bucak ji zarokên xwe re wiha dibêje; "Perwerdeya xwe dewam bikin. Doza xwe bernedin. Hûn dizanin ji bo çi li me xistine.”

Hê jî gumana li ser kuştina Faîk Bucak berdewam e û tê texmînkirin ku bi destê hêzên tarî yên dewletê hatiye kuştin.

Faik Bucak ji bilî xebatên xwe yên siyasî û dadweriyê helbestvan û nivîskarekî bi navûdeng bû ku gelek helbestên wî yên naskirî hene.

 Helbesteke Faik Bucak:

Sonda me mirin e di rêya te de welat

Sonda me mirin e di rêya te de welat

Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan
Li ser tirba kuştinê kal û pir digrîne
Dil kezebê me gişkan tijî xwîn û birîn e
Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan
Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin 
Liyandin şûna şîr em bi xwînê mijandin
Gazi werin xortno welat çû qedandin

Parve bike: