Kurdistan
Bi teqîna mîneke dema serê Îran-Iraqê welatiyekî Kurd birîndar bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mînê kesek birîndar bû.
Hat zanîn ku li gundê Komasî yê Merîwanê mîneke şerê Îran û Iraqê bi welatiyekî de teqiyaye û ew welatiyê kurd bi giranî birîndar bûye.
Welatiyê bi navê Husên Esedî piştî bûyerê bo nexweşxaneya bajêr hatiye veguhestin ku rewşa wî giran e.