TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bicihanîna ‘Yasaya Reforman’ 2yê Tîrmehê dest pê dike

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2020 21:06

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşraw ragihand ku ji destpêka meha Tîrmehê ve hikûmeta Kurdistanê dest bi bicihanîna yasaya çaksaziyê dike.

Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw li ser mijarê ji medya Kurdistanê re ragihand, yasaya çaksaziyê wê ji 2yê meha Tîrmehê ve bikeve warê cîbicîkirinê  û got, “Divê parlamento bi hûrî çavdêriyê bike, di yasayê de ku hatiye gotin sê meh carekê hikûmet raporta xwe ya di vê derbarê de bide parlamentoyê, ji bo çavdêriya hemû wan pirsan, girîng e parlamento rola xwe bibîne.”

Xoşnav da zanîn ku hikûmetê hemû tedbîrên ji bo bicihanîna yasayê temam kirine.

Parve bike: