Bijîskê Dadê yê Îranê li ser Jîna Emînî: Çi di berjewendiya welat de be em ê wê binivîsin
PeyamaKurd – Emced Emînî, bavê keça Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên polîsê Îranê ve hat kuştin, li ser bersiva Cîgirê Bijîşkê Dadê yê Îranê ya ji bo ku daxwaz kiribû derbarê mirina Jîna de rastî bên eşkerekirin de, bersiva bavê keça Kurd dabû û diyar kiribû: “Çi di berjewendiya welat de be, em ê wê binivîsin.”
Emced Emînî di derbarê wê de ji ajanseke nûçeyan a serbixwe ya navxweyiya Îranê re diyar kir: “Min tika û rica kir ji Cîgirê Bijîşkê Dadê yê Îranê ku rê bide ez keça xwe bibînim, lê rê neda min. Min jê re got te sond xwariye ku rastiyê bibêjî, derbarê keça min de jî rastiyan bibêje. Cîgirê Bijîşkê Dadê yê Îranê bersiva min da û got, çi di berjewendiya welat de be, ez ê wê binivîsînim û tu pêwendiya wê bi te ve tine.”
Emced Emînî eşkere kir, li hember wî reftarên aliyên yasayî yên Îranê mafê xwe dizanim ku daxuyanî bidim û raportên bijîşkê dadî yên derbarê keça min de red dikim.
Herî dawî da zanîn, hêzên ewlehiya Îranê daxwaz ji cîranan kiriye ku bibêjin: “Jîna li pêş nexwaşxaneya Kesra xwe kuştiye.”