TR KU SO
FB X
Kurdistan

Biryara berdana Aysel Tugluk hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2022 21:54

PeyamaKurd – Dadgeha Înfazê piştî gihîştina rapora Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê, îro 27ê Cotmehê, biryara berdana ji girtîgehê ya nexweşa demansê, parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk da.

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtî ye û nexweşa demansê  (jibîrçûnê) ye ku gelek caran ji bo serbest berdana wê kampanya hatibûn kirin.

Serokê Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê doh, di raporeke xwe de ragihand ku Aysel Tugluk êdî nikare di girtîgehê de bimîne û îro Pêncşemê jî Dadgeha Înfazê biryara azadkirina Aysel Tugluk da.

Hat diyarkirin ku niha karûbarên bo serbest berdana Aysel Tugluk li girtîgehê berdewam dikin.

Parve bike: