TR KU SO
FB X
Kurdistan

Biryara girtina Necmeddîn Kerîm hat derxistin

📅 07 hezîran 2018 03:44

PeyamaKurd - Dadgeha Kerkûkê biryara girtinê bo Waliyê Kerkûkê yê jikardûrxistî Necmeddîn Kerîm derxist.

Dadgehê wek sedema biryarê tometên sextekariya di projeyan de nîşan da.

Dadwerê Kerkûkê Sebah Muhemed, herwiha biryara destdanîna ser mal û milkên Necmeddîn Kerîm jî derxist.

Ev dadwer heman ew kes e ku hefteya borî biryara girtinê der heqê Serokê Encumena Kerkûkê Rêbiwar Talebanî de derxist.

Parve bike: