Kurdistan
Biryara girtina Rakan Cibûrî hat dayîn
PeyamaKurd- Parêzgerê Kerkûkê yê ku hukumeta Ibadî wî bi wekalet tayîn kiribû bo bajarê Kerkûkê, her dem tiştên ne qanûnî û ne rewa dikir. Fermana girtina wî ji aliyê Desteya Nezahe li Bexda hat dayîn. Ragihandina nûçeyê ji aliyê endamê encumena parêzgeha Kerkûkê, ji aliyê Ciwan Hesen bo ajansa BasNewsê hatiye kirin.
Cibûrî di mijara hederkirina samanên giştî û bikaranîna desthilata xwe bi awayeka ne rewa û ne qanûnî tê tewanbarkirin. Bi sedema ku Cibûrî rapora tenduristiyê an ya bêhvedanê sitendiye û ferman nûye, heya niha ferman nehatiye cî.