TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bloomberg: HDP amadekariya pistevaniya Kilicdaroglu dike

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2023 23:03

PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg a Amerîkî li ser hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê û helwesta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nûçeyek belav kir û ragihand ku HDP amadekariyê dike di hilbijartinên serokomariyê de, piştgiriyê bide namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu,

Di nûçeya Bloombergê ku beriya serdana Kilicdaroglu ya 18ê Adarê bo navenda HDPê hatiye belavkirin de, hatiye îdiakirin ku wê HDP namzedê serokomariyê dernexe û amadekariya piştevaniya Kilicdaroglu li hember Erdogan dike.

Di nûçeyê de girîngiya HDPê ya di hilbijartinên berê de hatiye bibîrxistin û hatiye gotin, “Wê biryara HDPê ji bo opozîsyona ku di kampanyayeke bi bandor de zehmetiyan dikişîne re bibe piştevan.”

Tê çaverêkirin ku HDP piştî hevdîtina 18ê Adarê ya ligel Kemal Kilicdaroglu biryara xwe eşkere bike.

Parve bike: