Kurdistan
Bo 2 deverên Colemêrgê qedexe hat danîn
PeyamaKurd- Li bajarê Colemêrgê li navend û navçeyên Çelê û Geverê, li 2 herêman bi sedema ku dê operaston bên kirin qedexe hat danîn. Li gor ragihandina parêzgeha Colemêrgê qedexe ji 24 ê tebaxê siet di nîvê şevê de destpêdike û heya roja 29 ê tebaxa 2019an, siet 23.59.59an dewam dike.
Her dû herêm weke herêma bi ewle hatin îlankirin û çûn û derketina herêman bi îzna polîs û cendirmeyan ve hat girêdan.Lê nehat diyarkirin bê navên deveran çine.