TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bo bijartina serokomarê Iraqê sibê roja dawiye

Admin M
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2018 22:35

PeyamaKurd- Bo bijartina serokkomarê Iraqê sibê roja dawiye. Îro siet di 8 ê êvarê de wê dengdayînekî bê kirin. Eger ji namzetan yek ji wan dengên 220 parlementeran bidestbixe wê bibe serokkomar. Lê eger îro ev rêje ji aliyê namzetekî de nê bidestxistin, wê sibê tûra duyem bê kirin û ji 2 namzetan kî zêdetir deng bîne wê ew bibe serokomar.

220 tê vateya 2/3 dengên parlementoya Iraqê. Heya niha 23 namzetên serokkomariyê hene. Di nava wan de Dr. Fûad Huseyîn ku serokê dîwana serokkomariya Kurdistanê ye û berê şêwirmendê Celal Talabanî bû, ji aliyê PDKê de namzete û Berhem Salih jî namzetê YNKê ye.

Eger îşev siet di 8 ê êvarê de serokkomar nê hilbijartin, wê sibê di navbera du kesên ku îro herî zêde deng bidestxistine de pêşbirk dewam bike.

Heya serokomariya Kurdistanê hebû, serokê PDKê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bû û Mam Celal jî serokê Iraqê bû. Lê niha serokkomariya Kurdistanê weka maqam nemaye û PDK dibêje ku serokkomarî vê dewrê mafê wan e.

Parve bike: