Bo Saredariya Pasûrê qeyûm hat erkdarkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Pasûra Ameda bakurê Kurdistanê, li şuna Hevşaredarên HDPyî Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay qaymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wekî qeyûm hat erkdarkirin.
Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay bi îdiaya têkiliya wan bi teqîna Pasûrê ya di 12ê Îlonê de heye duh ji aliyê Dadgeha Pasûrê ve hatibûn girtin û şandibûn girtîgehê.
Piştî ku duh hevşaredarê HDPyî yê Pasûrê hatin desteserkirin îro jî li şûna wî bi Biryarnameyeke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Qaymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wekî qeyûm hat erkdarkirin.
Beriya niha jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li şuna Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn qeyûm erkdar kiribû.
Ji aliyê din ve hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî erkdarkirina qeyûman li Amed, Mêrdîn û Wanê ji mehekê zêdetir berdewam dikin.