Kurdistan
Bombe ji alî Tirkan ve tên avêtin
Bombeyên ku li bajarê Nisêbînê diketin û di encama wan bombeyan de bi dehan Kurd hatin kujtin û brîndarkirin, eşkere bû ku ew bombe ji alî qereqola Tirkan ve dihatin avêtin.
Derket holê ew bombeyên ku xwedêgiravî digotin ji Qamişlo ji alî PYD ve dihatin avêtin, ji qereqolek nêzîkî Nisêbînê bi armanca ceribandinê dihatin avêtin. Armanca vê yekê jî valakirina Nisêbînê, çavtirsandina Kurdan û gunehbarkirina PYD bû.
Şênîyên taxa Yolbîlen a Nisêbînê, ji ber avêtina top û bombeyên zêde telefonî qereqola nêzîkî taxa Kertwênê dikin. Fermandarê qereqolê ji wan re dibêje ku ew bombe ji alî wan ve û ji bo ceribandinê tên avêtin.