TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bombebaranên Tirkiyê zirareke mezin dide gundên li ser sînorî

📅 07 îlon 2019 19:54

PeyamaKurd- Li devera parêzgeha Dihokê ji ber bombebaran, şer û pevçûnan heta niha 363 gund hatine valakirin‎.

Bombebaranên bênavber a balafirê şer ên Tirkiyê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyên ‎devera Amêdî û Zaxoyê kiriye û rûberekî berfireh ê daristan, rez û baxên welatiyan şewitîne.‎

Li gorî zanyariyan, bombebaranên Tirkiyê bo ser binke û ‎baregahên PKKê li navçeyên sînor ên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê bi taybetî navçeyên ‎sînorî yên parêzgeha Duhokê ji Tîrmeha 2015an ve berdewam e, lê her diçe ew bordûman ‎nêzîkê gundên sînor dibe û vê nêzîkbûnê jî di warê canî û maddî de zerar gihandiye akinciyên ‎wan gundan.‎

Li gorî zanyariyan tenê îsal li sînorê parêzgeha Duhokê ji ber bombebaranên Tirkiyê ‎zêdeyî 600 donim zevî li çend navçeyên cuda şewitî ye, hem daristan û hem jî rez û baxên xelkê, ‎ku zerar gihandiye çendîn berhemên çandiniyê û tê texmînkirin zerara salane 60 milyar dînar ‎be.‎

Herwiha tê gotin ku ji ber milmilaneya navbera hêzên Tirkiye û gerîlayên PKKê ‎heta niha 363 gundên sînorê Dihokê hatine valakirin.

Di heyama 2 salên derbasbûyî de jî 21 kesan ‎ji ber wan bordûmanan canê xwe ji dest dane û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.‎

Parve bike: