TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bradleyên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê dest bi erka xwe kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2020 18:39

PeyamaKurd – Wesayîtên zirpoşî yên şerê bejahî ku xwedî kêrhatineke zêde ya rûbirûbûna şer in gihîştin Rojavayê Kurdistan û li herêmên jêr kontrola HSDê dest erka xwe ya parastinê kirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAÎŞê li ser hesabê fermî yê medya civakî belav kir ku wesayîtên Bradley ên şer ji bo parastina çavkaniyên petrolê yên krîtîk gihîştine Rojavayê Kurdistanê ku xwedî tevgereke bilez in.

Hevpeymaniyê herwiha daye xuyakirin ku bi awayekî demdirêj xebata xwe ya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye, doh hatibû ragihandin ku karwaneke ji 100 wesayîtan a hêzên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê hatiye şandin ku wesayîtên Bradley jî tê de ne.

Parve bike: