TR KU SO
FB X
Kurdistan

Brîtanya pesnê Pêsmerge û Kurdistanê dide

📅 24 adar 2018 23:39

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku ew dixwazin ligel Herêma Kurdistanê ji bo gihîştina aramî û pêşketinê hevkariyê bikin.

Boris Johnson bi nameyekê cejna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurd pîroz kir.

Boris Johnson wiha diyar dike: “Bi minasibeta Cejna Newrozê pîrozbahiyê li we, malbata we ya birêz û gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Sala borî di şerê dijî DAIŞê de Herêma Kurdistanê û gelê kurd mêrxasî û qurbanîdaneke mezin û mêvanperweriyeke mezin li pêşwazîkirina hejmareke zêde ya koçber û penaberan nîşan da.

Her wiha Johnson îfade dike ku: “Niha ji bona binyatdana paşerojeke aramtir, demokratir û pêşkeftina Herêma Kurdistanê derfetek heye, ji bona gihiştin bi vê armancê jî, çavê me li wê yekê ye ku hevkariyê bi we re bikin.”

Di dawiya nameya xwe de Johnson gotiye: “Em hêvîdar in di demên bê de we li Londonê bibînin.  Newrozeke xweş û aram û saleke serkeftî ji we re dixwaz im.”

Boris Johnson nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî bi siruda navdara Newrozê bi dawî tîne: “Em rojî salî tazeye, Newroze hatewe.”

Parve bike: