Kurdistan
Brûsk li leskeran ket: 3 mirî, 13 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê brûskê li leşkerên Tirkiyê daye û di van herdu bûyeran de 3 leşkerên tirk mirine û 13 jî birîndar bûne.
Wezaretê Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku bûyer li baregeha Girê Davul a Colemêrgê rû daye.
Herwiha hat diyarkirin ku di encama ketina brûskê de efserek û çawîşekî pispor can dane û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.
Wezaretê ragihand ku brûsk li leşkerên “Operasyona Pençeyê” yên li Başûrê Kurdistanê jî ketiye û leşkerek ji ber ketina brûskê miriye.