Kurdistan
Brûsk li leskeran ket: 6 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê brûsk bi ser baregeheke leşkerî ya navçeya Çelê de ket û encamê de 6 leşkerên tirk birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, 6 leşkerên ji ber ketina brûskê birîndar bûne, li nexewşxaneya dewletê ya Colemêrgê têne dermankirin.
Parêzgariyê ragihand ku Parêzgar Îdrîs Akbiyik, Midurê Emniyetê Suvat Dilberoglu û Cîgirê Fermandarê Cendermeyên Colemêrgê Yavuz Ozturk li nexweşxanê çûn serdana leşkerên birîndar û li rewşa wan pirsî ne.