Kurdistan
Brûskê li zarokan xist: 12 birîndar hene
PeyamaKurd- Li bajarê Şirnexê li navçe ya Silopiya xwendevanên ku ji xwe re çûbûn seyranê, brûsk li wan da û di encamê de 12 xwendevan birîndar bûn.
Li devera ku xwendevan ji xwe re geştê dikirin, dar hebû û di dema ku brûsk ket jêr, li darê ket û xwendevan jî li bine darê bûn û birîndar bûn. Xwendevan yên pola 11an yên lîseyê ne. Xwendevanên birîndar bi ambûlansan birin bo nexweşxaneya Silopiya. Yek ji birîndaran şandin bo nexweşxane ya Zankoya Dîcle ya li Diyarbekirê.