Kurdistan
Budça 70 em û 80 em yên yekîneyên Pêsmerge, bi wezareta Pêsmerge ve tê girêdan
PeyamaKurd – Encumena wezîran ya hukumeta Herêma Kurdistanê û nûnerên wezareta Pêşmerge civînekî lidarxistin û budça yekîneyên Pêşmerge ya 70 û 80 em ji bo bi wezareta Pêşmerge ve girêdin danûsitendinan kirin. Piştî biryarê wê wezareta darayî ya Kurdistanê budçe ya wan eyar bike û bike yek.
Yekkirina budeçeya her dû yekîneyan li gor qanûna reforman ya sala 2020 ê hat kirin û bi wezareta Pêşmerge ve hat girêdan.
Di civînê de biryar hat dayîn ku heya karibin, wê yekîneyên ku di derveyê wezareta Pêşmerge de mane, bilez bikin yek û bi wezatera Pêşmerge ve girêdin û herkes li ser mijarê bûn hemfikir.