Bursa | 9 penaberên Sûrî can dan
PeyamaKurd – Li parêzgeha Bursa ya Tirkiyê di encama agirê bi malekê ket de, 9 penaberên Sûrî can dan ku 8 ji wan zarok in.
Li gor zanyariyan, li bajarokê Yildirim yê ser bi Bursa ve, derengê şeva borî agir bi malekê ket û i encama şewatê de 8 zarok û dayikekê ku penaberên Sûrî ne can dan.
Herwiha medyaya Tirkiyê ragihand, tîmên agirkujiyê, polîs û ambulans piştî ku ji cihê şewatê hat agahdarkirin, ji bo alîkariyê gihîştin cihê bûyerê.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Alinur Aktaş destnîşan kir, temenê zarokan di navbera 1 û 11 de ye. 6 zarok xwişk û bira ne û dayika wan jî 31 salî ye. 2 zarok jî biraziyê malbatê ne.
Herwiha hat diyarkirin, bavê zarokan ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hat rizgarkirin. Herwiha ji ber dukelê, dayik û bav û zarokek jî jehrî bûn.
Tîmên agirkujê dan zanîn, agir ji ber sobeyê bi malê ketiye.