TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cadeya 100 metreyî ya Hewlêrê tê qîrkirin

📅 25 hezîran 2019 13:32

PeyamaKurd - Rêveberê Serokatiya Şaredarariya Hewlêrê Botan Tahîr  aşkere kir ku beşeka din a cadeya 100 metreyî ya Hewlêrê tê qîrkirin.

Botan Tahîr, ji medyayê ra axivî û amaje bi wê yeke kir ku 25.06.2019an  qonaxeka din a qîrkirina cadeya 100 metreyî ya Hewlêrê tê destpêkirin.

Herwiha Tahîr amaje bi wê yekê jî kir ku wê sibehê beşeke cadeyê jî bê girtin û qîrkirina wê dest pê bike. Di berdewamiya axaftina xwe jî da Tahîr daye zanîn ku heta 20 rojan wê proseya qîrkirina cadeyê xilas bibe û wê vê carê cadeyê bi awayekî baş nûjen bikin.

Herwiha amaje jî bi wê yekê kiriye ku ji ber pirsa qîrkirin wê kêşeya hatûçûnê çênebe.

Parve bike: