Çalakvanekî di greva birçîbûnê da ji bo 'tecrîda li ser Ocalan rabe' dawî li jîyana xwe anî
PeyamaKurd - Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê di greva birçîbûnê da bû bi egera “şermezarkirina tecrîda li ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan” dawî li jîyana xwe anî.
Çalakvanê girtî Zulkuf Gezen bi cizayê girtîgehê yê heta bi hetayê dihat sizadan û destpêka vê mehê, 1ê Adarê li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û bêveger kiribû.Şaxa HDPê ya Stenbolê ragihand ku Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekirdagê ji bo protestokirina tecrîdê li ser Ocalan dawî li jîyana xwe anîye.
Di daxuyaniyê da hat ragihand ku bi sedan girtî ji bo “tecrîda li ser Ocalan rabe” di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da ne.
Apê Gezen Ahmet Gezen dîyar kir ku ku tu pirsgirêkên birazîyê wî tine bûn û ji bo ku tecrîdê li ser rêberê PKKê Ocalan rabe dawî li jîyana xwe anîye.
Ji alîyê din ve parlementera HDPê yê Batmanê Ayşe Acar Başaran jî ev tişt gotin, “li devê derîyê balafirxaneyê em mehsûr man, hinek endamên malbatê cinazeyê xwe wergirtin lê destûr nehat dayîn. Eger bi sedan mirıv bi heman daxwazê di girêva birçîbûnê da bin, divê jinedîtî ve neyên dîtin.”
Hêjayî gotinê ye ku malbata Zulkuf Gezen cenazê xwe wergirt û di nava şert û mercên derasa da li Goristana Yenikoyê hat veşartin.