TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çalakvanên cîhanî, ala Kurdistanê rakir

Ruken güler
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2022 20:00

PeyamaKurd- Çalakvana Swêdî Greta Thunberg, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî fotoyeke ku ala Kurdistanê hatiye rakirin parve kir û pê re jî  ‘Bijî Kurdîstan’ nivîsand.

Greta Thunberg, di dema çalakiya li ser nerazîbûna li hember têkçûna avhewayê ya cîhanê de ligel çend çalakvanan, ala Kurdistanê rakir û wî fotoyê jî bi peyama ‘Bijî Kurdîstan’ parve kir.

Li ser vê çalakiya ku hat kirin jî pisporên jîngeh û avhewayê hişyar dikin ku seranserê cîhanê ketiye bin metirsiyeke mezin a hişkahî û şewata daristanan. Hat zanîn ku heger di navbera salên 2030 û 2050yî de çareseriyeke lezgîn ji vê rewşê re neyê dîtin, cîhan dê ber bi karesateke mezin ve biçe û divê ji bo vê rewşa awarte, di derbarê guherîna avhewayê de raya giştî ya cîhanê were hişyarkirin.

Parve bike: