Çapemeniya Iraqê: Komên çekdar ên ser bi PKKê ve ji Singal û derdora wê vekisiyan
PeyamaKurd – Çapemeniya Iraqê îro bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê diyar kir ku hemî komên çekdar ên ser bi PKKê ve, ji Şingal û derdora wê vekişiyane.
Li gor çapemeniya Iraqê belav kir, hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzên parastina Êzîdxanê li nav Şingal û çend navçeyeke derdora Şingalê ve, ber bi çiyayê Şingalê ve vekişiyane.
Herwiha sedemê vekişînê jî hat destnîşankirin ku do xelkê Şingalê xwepêşandan li dijî çekdarên PKKê pêk anîne û daxwaza xwe vekişandina ji Şingalê ji wan kirine.
Di berdewamiyê de çapemeniya Iraqê eşkere kir, niha li nav Şingalê di cîhê komên ser bi PKKê de, tenê hêzên polîsê federal û beşek ji artêşa Iraqê hatine bicîhkirin.
Hêjayî gotinê ye, heta naha PKKê bi fermî derbarê xwe vekişandina ji Şingalê tu daxuyaniyek nedaye.