Kurdistan
Çapemeniya Tirkiyê: Nêzî balyozxana Tirkiyê ya Erbîlê 6 İHAyan xistin
PeyamaKurd – Çapemeniya Tirkiyê ragihand ku li Erbîl a payîtexta Herêma Kurdistanê nêzî balyozxana Tirkiyê, 6 heb balafirên bêmirov (İHA) tesbît kirine û sîstema bergiriya hewayî her 6 İHAyan îmha kiriye.
Çavkaniyên asayîşê ragihandine ku sîstema bergiriya hewayî nêzî balyozxanê bûne, ketine dewrê û her İHAya ku xwe nêzî deverê kiriye, hatiye îmha kirin.
İHAyên perçe bûne, perçên wan ketine nêzî ciyê rûdanê û hinek perçe li otomobîlekî ketine û zerarê danê.
Di rûdanê de birîndarî an mirin nebûye. Hêzên asayîşê li ser bûyerê lêgerînê dikin.