TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çavusoglu bi Nêçîrvan Barzanî re axifî

Admin M
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2020 05:43

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di seredana Bexdayê de telefona serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Di telefonê de Çavuşoğlu got ku ew daîma li cem xelkê Iraqê ne û di her rojên teng de wê destekê bidin xelkê Iraqê.

Çavuşoğlu berya here Bexdayê jî bi rêya telefonê her dû Barzaniyan ji mijarê agahdar kiribû.

Îro Çavuşoğlu di seredana xwe ya rojane de li Bexdayê bi serokwezîr Adil Abdulmehdî,bi serokkomar Berhem Salih, bi wezîrê karên derve Muhammed Alî Hekîm û serokê parlementoyê Muhammed Helbûsî re hevdîtin kiribû.

Parve bike: