TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çawîşekî pispor bi şaşî li xwe xist

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2026 22:32

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziye li taxa Aslanbey çawîşekî pispor, di wexta demança xwe tije û vala dikir de, demança wî teqiya û gule li destê çawîş ket.

Li gor hat gotin; çawîş E.B. di dema demança xwe kontrol dikir an ku tije û vala dikir de, qezaen demançe teqiya û li destê wî ket.

Li ser bihîstina dengê demançê, cîran xeberê dan polîs û polîs bi tîmen tenduristiyê re çû ciyê bûyerê.

Tîmên tenduristiye şawîş E.B. bi ambûlansê birin nexweşxanê.

Parve bike: