Kurdistan
Cejna Newrozê li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê hate pîrozkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd bi meşaleyan agirê Newrozê hate pêxistin û pîrozbahiya cejnê hate kirin.
Kesên ku bi cilûbergên Kurdî li Qada Şêx Seîd kom bûn, çirayan agirê Newrozê hilgirtin û diruşmên "Bijî Kurdistan, Jin, Jiyan, Azadî" qêriyan û govend gerandin.
Newroza li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, bi pêşengiya Tevgera Vejînê ya Kurdistanê, HAK-PAR, PDK-Bakur, Pêl-Kurd, PSK, PWK, hejmarek kesayetên serbixwe bi sedan kesan hate lidarxistin.