Kurdistan
Çekdarên bi ser Tirkiyê ve perê bazirganê ajalan dizî û ew kust
PeyamaKurd – Çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve li ser rêya navbera Girê Spî û Serê Kaniyê, bazirganekî ajalan kuşt û perê wî dizî.
Li gorî çavkaniyên herêmê, komeke çekdarên bi ser Tirkiyê ve, du roj berê bazirganê sewalan Ehmed Mihemed El-Şûeyb ê ji gundê Kenterî yê Girê Spî li ser rêya Serêkaniyê-Girê Spî kuşt.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku çekdaran 4 milyon lîreyên sûrî yê li ser Ehmed Mihemed El-Şûeyb jê diziye û bi çeka wî ya ku jê standine bi guleyekê ew kuştine.
Hat zanîn ku xelkê derdorê ew rakirine nexweşxaneyê, lê ji ber birîna wî ya giran jiyana xwe ji dest daye.