TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 kes ji navçeyên Raco û Mabeta revandin

Admin L
Nivîskar
📅 17 mijdar 2021 16:59

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê bi hincetên cuda 3 kes ji navçeyên Raco û Mabeta revandin.
 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê, çekdaran kesê bi navê Ciwan Şêx Ehmed yê 33 salî yê ji gundê Şêx yê bi ser navçeya Raco revandin û birin girtîgeha çeteyan ya li navçeyê.

Herwiha li gundê Bedîna yê bi ser navçeya Raco jî, çekdaran kesê bi navê Mihemed Ehmed Necar revand û di berdêla berdana wî de pere girtin.

Zanyarî didin zanîn, li gundê Kaxrê yê bi ser navçeya Mabeta jî çekdaran kesê bi navê Mihemed Ehmed Enter yê 60 salî revandin û di berdêla berdana wî de 4 hezar dolar jê girtin.

Parve bike: