TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 kes revandin

Admin L
Nivîskar
📅 09 adar 2022 14:43

PeyamaKurd Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir, çekdarên koma Polîsa Leşkerî roja 1ê Adarê li bajarê Efrînê jina bi navê Hêvîn Tarî revand û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Rêxistinê da zanîn, heman koma çekdar roja 7ê Adarê jî kurê Hêvîn Tarê yê 19 salî Mihemed Nasan revand.

Herwiha eşkere kir, pêştir jî Hêvîn Tarî çend caran ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê hatibû revandin û piştî stendina fidyê ji malbata wê, ew berdabûn.

Di berdewamiyê de Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, li bajarê Ezazê jî koma Polîsa Azad roja 7ê Adarê welatiyê Kurd ê ji Efrînê Arif Hemdoş li rêbendeke Ezazê revandin.

Parve bike: