TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdarên girêdayî Tirkiyê dara mirazan a li gundê Gemrûkê birîn

Admin L
Nivîskar
📅 24 adar 2022 15:01

PeyamaKurd Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, dara mirazan a li gundê Gemrûkê yê ser bi nehyeya Mabata ve, ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê hat birîn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kirin: “Çekdarên koma Siqûr el-Şemal dareke ku temenê wê bêhtirî 100 salî ye, li gundê Gemrûkê birîne.”

Hat eşkerekirin, ew dar bi navê “dara Şêx Elî” dihat naskirin û xelkê navçeyê ew wek “dara mirazan” binav dikirin ji ber gelekî xelkê xwe lê digirtin û dua dikirin.

Herwiha dan zanîn, xelkê rêwî di bin siya wê rûdiniştin û bêhna xwe berdidan.

Parve bike: