Cenazên 25 Kurdên Êzîdî piştî tesbîta nasnama wan dê teslîmê malbatên wan bikin
PeyamaKurd – Di sala 2014an de li Şengalê IŞİDê Kurdên Êzîdî qetil kiribûn. Niha cenazên 25 Kurdên Êzîdî dîtine lê tesbîta nasnama wan dê li Bexdayê temam bibe û paşî dê cezayan teslîmî malbatên wan bikin.
Nûnerê kota Êzîdiyan yê parlementoya Bexdayê Xalid Seydo ji Rûdawê re gotiye di 1ê Cotmeha sala 2026an de Tiba edlî ya Bexdayê dê wê 25 cenazên Êzîdiyan bi merasim teslîmî malbatên wan bike.
Seydo ragihandiye ku tesbîta nasnameyên qurbaniyan, bi sitendina xwîna ji mirovên wan, testên DNAyê kirine, nasnama wan diyar bûye û niha belgeyên mirina wan amade dikin.
Ji ber nasnama cesedan, cinsiyeta wan û temenên wan cudane, dê tev bi hevre nexin heman gorê û ji hev cuda bikin. Herkes ciyê ku lê ji dayîk bûye, dê li wê derê defin bikin.
Ev dike grûba 9an ku ketine ber êrîşên DEAŞê û cesedên wan teslîmî malbatên wan dê bikin. Rûdawê navên wan 25 kesan weha ragihand:
1 Hacı Murad Besi
2 Havi Halef Kasım
3 Dexil Ömer Seydo
4 Amir Hızır Meto
5 Gazale Abbas Kasım
6 Veyse Beşar Ceza
7 Hanife Halef Şerro
8 Miyan Osman Refo
9 Nuri Şeref İbrahim
10 Mısri Himeydan Murad
11 Şirin Kasım Hudeda
12 Nisan Xalef Ali
13 Adnan Hadi Hüseyin Aziz
14 Hacı Hudeda Halef
15 Bercis Xalef Murad
16 Secer Haşman Reşo
17 Ala Berekat İlyas
18 Merwan İsmail Seydo
19 Abbas İlyas Kasım
20 Rafi Hadır Huseyin
21 Coko Murad Beşar
22 Hizir Mişko Nasir
23 Hawas Hiso Keto
24 Sirvan Bercis Suleyman
25 Huseyin Bercis Suleyman