Kurdistan
Cenazeyê zilamê 65 salî ku 5 roj berê li Cizîrê ketibû çemê Dicleyê hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, cenazeyê kesê bi navê Ramazan Yagbasan ku 5 roj berê ji bo hênik bibe li Cizîrê ketibû Çemê Dîcle û ber avê çûbû, hat dîtin.
Ramazan Yagbasan ê 65 salî ku ji bo bêhnvedanê serdana Cizîrê kiribû, 5 roj berê li qada Çemê Zeytîn a nêzî guundê Misuriyê ya girêdayî Cizîrê ketibû nav ava Çemê Dîcle û ber avê de çûbû.
Hat ragihandin ku piştî 5 rojan termê Yagbasan hatiye dîtin û ji nav ava çem hatiye derxistin.
Hat diyarkirin ku piştî otopsiya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, wê cenazeyê Ramazan Yagbasan li gundê Bafê yê Hezexê bê definkirin.