Cezayê êrîsa Hewlêrê ya îdamê hat tesdîqkirin
PeyamaKurd- Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Hewlêrê ku tê de dîplomatê Tirk Osman Köse û 2 hemwelatiyên Kurdistanê hatibûn kuştin, cezayê îdamê yê bo 2 kesan yên ku ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 2.ya Hewlêrê dabû, tesdîq kir.
Dadgeha Cezayê Giran ya 2.ya Hewlêrê di roja 11 ê sibata 2020 an de, di celseya dawî de ku dawa kuştina dîplomatê Tirkiyê Osman Köse û 2 hemwelatiyên Kurdistanê dihat dîtin, cezayên cuda dabû failên kiryarê. Li ser êrîşa kuştinê bo 2 kesan cezayê îdamê, yek kes cezayê 2 sal zîndanîkirinê û 3 kes jî bo 1 salên zîndanîkirinê hatibûn cezakirin.
Di ser biryarê 14 meh derbas bû. Dadgeha temyîzê ya Kurdistanê biryara xwe ya dawiyê da. Li gor ragihandina Rûdawê; ji gumanbaran parêzerê Sidqî Kerîm Xan, Faxir Simko Reşîd weha gotiye:
“Hêzên asayîşê li ser êrîşa ku li xwaringeha Koqqabazê de çêbû, serkirdeyê bûyerê Mazlum Dağ, Muhammed Zekî û Abdurahman Şahin di navde 7 kesan binçav kiribûn. Cezayê îdamê yên Mazlum Muhammed Zekî û Abdurahman Şahin ji aliyê Dadgeha Temyîzê de hat tesdîqkirin.”
Parêzer Faxir Simko Reşid, ragihandiye ku dadgeh biryara xwe ya dawiyê daye û weha gotiye:
“ Dadgeha Temyîzê di 15 ê êlûna 2020an de bi sedema ku İsmail Xelîl Muhammed û Receb Baki Abdulkerim du sal ceza sitendibûn, Eyup İbrahim Mela 1 salekî ceza sitendibû, cezayên xwe qedandine û ji zîndanê serbest hatine berdan.”
Di êrîşa 17 ê tîrmeha sala 2019an de li Hewlêrê bo ser dîplomatê Tirk Osman Köse û 2 hemwelatiyên Kurdistanê Osman Muhammed Ali û Beşdar Ramazan Salih di bûyerê de hatibûn kuştin.