TR KU SO
FB X
Kurdistan

Chomsky, Besîkcî û hejmarek akademîsyenan banga azadkirina mamoste Zara kirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2020 22:12

PeyamaKurd – Zimanzanê navdar ê Amerîkî Noam Chomsky û civaknasê dostê Kurd li Tirkiyê Îsmaîl Beşîkcî jî di nav de gelek akademisyenan bang li Îranê kir ku mamosteya zimanê Kurdî Zara Muhamedî were azadkirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Muhamedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber fêrkirina kurdî bo zarokan, 14ê Tîrmehê 10 sal sizayê zîndanîkirinê li ser hatibû sepandin ku hîn jî girtî ye.

Akademisyenan di bangewaziya xwe de diyar kiriye ku dadgehên Şoreşa Îranê dijî hiqûqê tevdigerin û dixwazin rêzê li zimanên derveyî farisî bigirin û dev ji siyaseta cudaxwaziyê berdin.

Di bangewaziyê de tê xwestin ku Zara Muhemedî demildest were azadkirin.

Zara Muhamedî di bin banê Komela Çandî ya Civakî ku 11 sal berê hatiye damezrandin de, perwerdehiya Kurdî dida ku hê jî li 100 gund û 5 navendên perwerdê karê xwe didomîne.

Mafnasên Kurdistanê banga betalkirina cezayê Zara Mihemedî kir

Îran bi cezakirina Zara Mihemedî yasaya xwe jî binpê dike!

Îranê 10 sal ceza da mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî

Parve bike: