TR KU SO
FB X
Kurdistan

CHPê ji bo nûçeya ‘namzedên girêdayî PKKê’ doz vekir

Admin H
Nivîskar
📅 26 adar 2019 18:57

PeyamaKurd - Partiya Komariya Gel (CHP) li ser nûçeya namzedên PKKî ya medya AKPê doz vekir. Di serlêdana dozê de CHPê daxwaz kir ku nûçeyên ‘derewîn’ ên hatine belavkirin ji weşanê werin derxistin.

CHPê ji ber nûçeya ku medya tirk ku hatibû gotin, 350 namzedên partiyên Îtifaqa Milet bi PKKê re têkiliya wan heye, doz vekir.

Di daxwaznameya dozvekirinê de hat xwestin ew nûçe ji weşanê werin rakirin û doza ‘heqaret, îftira, tawana berhevkirina agahiyên şexsî, kîndarî û neyratiya gel’ vekir.

Rojnameyên sereke yên Tirkiyê Hurriyet, Sabah, Akşam û gelek TV û weşanên nêzîkî deshilatdariya AKPê du roj berê nûçeyeke bi sernavê ‘Namzedên CHP, Saadet û IYI Partiyê yên bi PKKê re têkildar in’ belav kiribûn.

Parve bike: