TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çiftyurek: Em hêvî dikin Nêçîrvan Barzanî pirsa Kerkûkê çareser bike

📅 10 hezîran 2019 00:15

PeyamaKurd - Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) li Bakurê Kurdistanê Sinan Çiftyutrek ragihand ku ew hêvî dikin Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçêrvan Barzanî pirsa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê çareser bike û mafê tevahiya kedkaran ji biparêze.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Sinan Çiftyurek got: “Ev heyameke dirêj bû posta Serokatiya Herêma Kurdistanê vala bû û Birêz Nêçîrvan Barzanî di parlamentoya Kurdistanê de bi piraniyan dengên parlamenteran hat hilbijartin û niha wê postê tije dike. Em Birêz Nêçîrvan Barzanî pîroz dikin.”

Çiftyurek wiha behsa hêviyên xwe yên ji Nêçîrvan Barzanî hene kir:

 “Em bawer dikin ku ew dê serbikeve. Ji bo serbikeve jî ew û parlamentoya Kurdistanê çi ji destê wan bê dê pêk bînin, em wija bawer dikin. Daxwaza me ew e ku wê bîrana me ya kûr a yekîtiya Pêşmerge pêk bîne, çimkî du artêşên Pêşmerge nabin. Wekî duyemin jî pirsa Kerkûk û navçeyên nakokî li ser hene  çareser bikin. Sêyem jî ji bo nêzîkbûna TEV-DEM û ENKSê çi ji destê wê bê bike. Çarem jî mafê tevahiya kedkarên Kurdistanê bên dayîn.”

Parve bike: