Kurdistan
Cîgira serokê HDP ê ya Silopiya hat girtin
PeyamaKurd- Li bajarê Şirnexê li naçeya Silopiya bi sedema propagandeya rêxistina PKK ê, cîgira serokê HDP ê Fatma Gündüz hatibû binçavkirin û li asayîşê îfadeyên wê hatin sitendin. Pêre du jinên din yên bi navên Behiye Nayır û Emîne Özek jî hebûn.
Piştî derxistina pêşberê dadgehê, Fatma Gündüz hat girtin lê bi şertê kontrola edlî her dû jinên din hatin berdan.