TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cîgirê Parêzgarê Hesekê: Zimanê fermî yê dewletê tenê Erebî ye

Admin H
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 18:02

PeyamaKurd - Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed el-Hîlalî, derbarê nîqaş û aloziya li ser saziyên dewletê û rakirina tabelayên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Hîlalî bal kişand ser statuya Koşka Dadweriyê ya Hesekê ku doh piştî tabelaya Kurdî bi ya Erebî-Îngilîzî hatibû guhertin alozî derketibû û got, ev sazî saziyeke dewletê ye û rasterast bi qanûnên Komara Erebî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye.

Statuya zimanê Erebî û Kurdî

Ehmed el-Hîlalî destnîşan kir ku di saziyên dewletê de zimanê Erebî wekî "tekane zimanê fermî" dimîne û diyar kir ku her çend Kurdî wekî zimanekî neteweyî ku di qada perwerdeyê de destûra bikaranîna wê hatiye dayîn hatibe naskirin jî, di asta fermî de tu guhertin çênebûne.

Hîlalî got: "Ji bo her cûre guhertineke di vî warî de, di pêşerojê de pêdivî bi sererastkirinên destûrî heye."

Parve bike: