Kurdistan
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî bi vîrusa Koronayê ket
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, bi vîrusa Koronayê ket.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand û got: ‘‘Piştî testên ku hatin kirin, encamên wan derketin û diyar bû, ez bi vîrusa Koronayê me. Ji ber wê jî, pêwîst e demekê di karantîna de bim, heta ku ez derbas dikim. Herwiha hêviya selametiyê bo her kesekî dixwazim. Tika dikim, her kesek xwe parastinê berdewam bike.’’