TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cih û komên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 17:35

PeyamaKurd - Li gorî lêkolînan ji 28ê Sibatê ve, piştî destpêkirina şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê, Herêma Kurdistanê bi 280 dron û moşekan hatiye armancgirtin. Ev êrîş bi giranî ji aliyê komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebiyê ve, ji çar herêmên sînorî yên parêzgehên Nînowa, Kerkûk û Selahedînê têne kirin.

Komên wekî "Ewliya Dem" û "Eshabulkehf" berpirsyariya van êrîşan digirin ser xwe, lê tê bawer kirin ku ev nav tenê maskeyek in ji bo veşartina komên sereke yên li pişt êrîşan.

Li parêzgeha Nînowayê, herêmên mîna Nemrûd, Bertelê û navçeyên Beac û Hezerê wekî xalên sereke yên avêtina dronan têne naskirin. Li van deran lîwayên 30, 40, 44 û 50 yên Heşdî Şebiyê serdest in ku bi giranî Hewlêr û qadên petrolê yên Dihokê dikin armanc. Her wiha tê diyarkirin ku piştî bicihbûna artêşa Îraqê li hinek xalên sînorî, êrîş ji wan deveran rawestiyane, lê metirsî li ser herêmên mîna Dubizê ku tenê 22 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e, berdewam dike.

Ji bo armancgirtina Silêmanî û Germiyanê jî, navçeyên Dubiz (Kerkûk) û Xurmatû (Selahedîn) têne bikaranîn. Li Xurmatûyê bi taybetî valahiyên ewlehiyê yên di navbera zincîreçiyayên Hencîre û Dawê de ji bo firandina dronan tên bikaranîn, ku li wir Lîwaya 63yan a ser bi Ketayibên Hizbulahê serdest e. Li sînorê Kifrî û Kulecoyê jî tevgera dronên çavdêriyê yên van koman ku ber bi Xaneqînê ve vedigerin, bi şevan bi awayekî berçav tê dîtin.

Li gorî pisporên leşkerî, di van êrîşan de sê cure dronên xwemalî yên bi navên Areş, Şahid û Semed têne bikaranîn ku kopiyên teknolojiyeke Îranî ne. Ev dronên bombebarkirî ku 10 heta 20 kîlo teqemenî hildigirin, dikarin 100 kîlometreyan bifirin û ji ber bilindahiya wan a kêm (3-4 km), radarên pêşkeftî bi hêsanî wan nabînin.

Her çiqas piraniya wan bi pergalên parastinê têne teqandin jî, perçeyên wan ên ku dikevin ser saziyên sivîl dibin sedema zirarên madî yên mezin.

Parve bike: