TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çîn: Em dixwazin li Herêma Kurdistanê xebatên elektrîkê bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 nîsan 2022 18:01

PeyamaKurd-Konsulê Çînê serdana Wezîrê Elektrîka Kurdistanê kir. Di hevdîtina navbera du aliyan de hat ragihandin ku Çîn dixwaze di qada elektrîkê de bi Herêma Kurdistanê re xebatan bike.

Konsulê Çînê Ni Roçi ligel Wezîrê Elektrîka Kurdistanê Kemal Mihemed Salih civiya. Di civînê de li ser mijarên elektrîkê guftûgo hatin kirin. Hat ragihandin ku Çîn dixwaze li Herêma Kurdistanê bi tîrêjên rojê elektrîkê bi dest bixe.

 

Parve bike: