TR KU SO
FB X
Kurdistan

Civata Wezîran, li ser biryarên darayî dicive

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 gulan 2023 16:30

PeyamaKurd- Ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Civata Wezîran îro li ser danîna mekanîzmayên pêwîst a ji bo cîbicîkirina biryara rêkxistina darayî, dicive.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat diyarkirin ku civîn dê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bê rêvebirin.

Li ser mijarên ku dê di civînê de bên gotûbêjkirin, hat gotin ku mijara yekem a civînê, bi taybetî dê li ser pêşkêşkirina pêşhatên dawî yên projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2023 û 2025an be.

Mijara duyemîn li ser encamên civîna roja 22yê Gulana 2023yan a taybet bi danîna mekanîzmayên pêwîst ji bo cîbicîkirina biryara civîna berê ya Civata Wezîran a li ser rêkxistina darayî ya giştî be.

Mijara sêyem jî dê ji bo pêşkêşkirina projeyasaya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê be.

Parve bike: