Kurdistan
Civîna YNK û PDKê hat pasxistin
PeyamaKurd – Civîna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ku wê îro li Hewlêrê bihata lidarxistin, hat paşxistin.
Li gor zanyariyan, biryar bû îro roja Şemiyê 04.03.2022an li bajarê Hewlêrê lîjneyên hilbijartinê yên PDKê û YNKê li Hewlêrê bicivin. Lê civîn ji bo roja Duşema bê hat paşxistin.
Herwiha medyaya YNKê da zanîn, ji ber têkçûna rewşa tenduristiya yek ji endamên şandê civîn hat paşxistin.